Rêya navbera navça Sêwerekê û Kolikê wê dakeve 25 deqeyan
PeyamaKurd – Wezîrê ragihandin û avahiyên bingehîn yê Tirkiyê Abdulkadir Uraloğlu ragihan dku merasima vekirina rê ya navbera Kahta (Kolik) û Ecelerê di 28ê mehê de veikirin û bi proja wê re wê rêya navbera Sêwerekê-Kolikê (Kahta) ji 55 deqeyan dakeve 25 deqeyan. Hem ji aliyê kêmbûna mesrefa erebeyan, mazot, benzin û alavên din yêns erfê de wê salane953 milyon lîreyê Tirkiyê di berîka xelkê de bimîne. Wezîr Abdulkadir Uraloğlu got:
“Di navbera Kahta-Eceler de 27 km rê, pirekî cot û 2 buhirên jor yên serê hatin avakirin. Rêya navbera Sêwerek-Kahtayê wê 11,2 km kurt bibe û wexta çûna rê dakeve 25 deqeyan.
Uraloğlu her weha ragihand ku li ser rêya navbera Kahta-Sêwerekê de hinek cîh hene ku hez li wan dikevin û wê rêya navborî ji wan deveran averê bikin.
Ev nivîs 31 car hatiye xwendin.