Asayîşa Rojava: Li Reqayê 27 DAIŞî tevî çekên wan hatin girtin
PeyamaKurd – Asayîşa Rojavayê Kurdistanê ragihand ku li bajarê Kerama yê Reqayê 27 terorîstên DAIŞê yên şaneyan hatin girtin.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Asayîşa Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser lidarxistina operasyoneke berfireh li dijî şaneyên DAIŞê li bajarê Kerama yê Reqayê daxuyanî da û ragihand, piştî wergirtina agahiyên piştrast li ser hebûna şaneyên terorîst ên DAIŞˋê li herêmê operasyoneke berfireh a ewlehiyê li bajarê Kerama yê rojhilatê Reqayê hatiye lidarxistin.
Hate diyarkirin, ev operasyon di çarçoveya zêdebûna çalakiyên rêxistina terorîst a DAIŞê yên vê dawiyê de û hewldanên wan ên têkbirina ewlehiya deverên ewle pêk hatiye û di encama operasyonê de 27 endamên ji van şaneyan û yên bi sûcên cuda tawanbar in hatin girtin. Herwiha mîqdareke çekên klaşînkov tevî cebilxane û gelek cercoran hatine desteserkirin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, “Armanca ji vê operasyonê têkbirina her gefekê li dijî ewlehiyê ku bandorê li ser jiyana xelkê herêmê bike û îstîqrara misoger bike hat lidarxistin.”
Ev nivîs 39 car hatiye xwendin.