DAIŞê, li Qamişlê êrîşî Asayîşê kir

DAIŞê, li Qamişlê êrîşî Asayîşê kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku rêxistina terorîst a DAIŞê li taxa Zênud a bajarê Qamişlê yê Rojavayê Kurdistanê êrîşî xaleke hêzên Asayîşa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê kir.

Li gorî nûçeya Kanal 8ê ku ji herêmê radigihîne, DAIŞê êrîşî hêzên ewlekariya navxweyî ya Rojavayê Kurdistanê kiriye. 

Heta niha derbarê ziyanên madî û canî de agahiyine berfirehtir nehatine bidestxistin.

Ev nivîs 47 car hatiye xwendin.