Hengaw: “Sersala Îranê bi darvekirina 10 kesan dest pêkir”

Hengaw: “Sersala Îranê bi darvekirina 10 kesan dest pêkir”

PeyamaKurd – Rêxistina Mafên Mirovan Hengaw ragihand ku sersala Îranê ya 2025an, bi darvekirina 10 kesan destpêkiriye. Hengaw ragihand:

“Di roja yekem ya sala 2025an de, li bajarê Kerecê (ji Tehranê 35 km dûre), di zîndana bi navê Xezel Hesarê de, jimara kesên darvekirine 10 kesin.”

Zîndana li bajarê Kerecê zîndanekî bi nav û denge û gelek girtî li wê derê tên darvekirin.

Darvekirinên li zîndana navborî, di roja 01.01.2025an de di serê siba de destpêkir. Ji 10 darvekirinan, medya û dezgeyên darazê yên dewleta Îranê tenê behsa 3 darvekirinan kir. 7 darvekirinên mayî nehatin ragihandin.

Li gor Hengawê; di nav kesên darvekirine de 3 Kurd hene ku nûfûsa wan li ser Kirmanşanê û Bucnurdê ne. Kesên Îran wan îdam kir; 2 Kurdên li ser nûfûsa eyaleta Xorasanê, li ser nûfûsa bajarê Bucnurdê Ali Wahdanî (43), Hasan Wahdanî (37) û kesê bi navê Şehram Mahdawî (28) ku li ser nûfûsa Kirmanşanê ye.

Ji bilî wan her 3yan,mehkûmekî bi navê Erşiya (22), hemwelatiyekî Afganî yê bi navê Emin û kesekî ku navê wî nehat zanîn, 3 kesên din jî îdam kirine.

Li gor ragihandina Hengawê; di sala 2024an de Îran ji 600an zêdetir kesan darvekiriye ku ji wan darvekiriyan  zêdetirê 120 kesên wan Kurd in.

Li gor ragihandina Rêxistina Navdewletî ya Efûyê ku di meha Nîsanê de rapora xwe belav kiribû û gotibû:

“Di sala 2023an de, davekirin gelek zêde bûn û li Îranê 853 kes hatin îdamkirin. Ev rêje, li gor sala 2022an %48 zêde bûye û li gor sala 2021an jî %172 zêde bûye.”

Ev nivîs 52 car hatiye xwendin.