Li Yûnanîstanê 4 rojan şîn hat ragihandin!
PeyamaKurd - Li Yûnanîstanê ji ber mirina Serokwezîrê berê Kostas Simitis 4 rojan şîna neteweyî hat ragihandin.
Li gorî nûçeya Televîzyona Dewletê ya Yûnanîstanê ERTê, lêçûnên cenazeyê Sîmîtis ê 88 salî ku îro can da, wê ji butçeya gel bê girtin.
Merasîma 9ê Çileyê saet 12.00an li gorî saeta herêmî, bi protokola ji bo "kesê di dema serokwezîrtiyê de can da" bê sepandin.
Ji ber şîna neteweyî ya ji bo Sîmîtan hatiye îlankirin, wê alên li hemû saziyên cemaweriyê 4 rojan daxin nîvî.
Simitisê ku îro danê sibê bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Korinthosê dema ku hat nexweşxaneyê mirî hat dîtin.