Wezîrê Urdinê bang li Amerîkayê kir ku cezayên ser Sûriyê rake
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Urdinê Eymen Sefedî got, ew piştgiriya avadankirina Sûriyeyê dikin û dê bi wan re hevahengiyê bikin daku DAIŞ ji nû ve zindî nebe.
Şandeke hikûmeta demkî ya Sûriyeyê îro 7ê Çileyê serdana Urdinê kir û bi Wezîrê Derve yê Urdinê Eymen Sefedî re civiya. Di hevdîtinê de li ser şerê li dijî DAIŞê, qaçaxçîtî û hin mijarên din ên dualî gotûbêj hate kirin.
Wezîrê Derve yê Urdinê di civîna hevpar a rojnamevanî de got: “Em piştgiriya ji nû ve avakirina Sûriyeyê dikin û amade ne elektrîk û gazê bidin wan.”
Sefedî diyar kir: “Bi hevahengiya ligel Sûriyeyê, emê rê li ber dubare xwerêxistinkirina DAIŞê û bazirganên madeyên hişber bigirin. Em ê alîkariyê ji bo vegera penaberan bo Sûriyeyê bikin.”
Wezîrê Derve yê Urdinê bang li Amerîkayê jî kir ku cezayên li ser Sûriyeyê rake.
Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Es’ed Şibanî jî got: “Derfeteke cidî heye ji bo dubare avakirin û bihêzkirina pêwendiyên me bi welatên herêmê re.”
Ev nivîs 46 car hatiye xwendin.