Serokwezîrê Iraqê Sûdanî li Tehranê bi Serokomarê Îranê re civiya

Serokwezîrê Iraqê Sûdanî li Tehranê bi Serokomarê Îranê re civiya

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî îro bi serdaneke fermî serdana Tehrana paytexta Îranê dike û li ser peywendiyên dualî û pêşhatên herêmê gotûbêj dike.

Balafira ku Sûdanî tê de bû derdora seat 10.00an daket Tehranê.

Serokwezîrê Sûdanî piştre ji aliyê Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan ve hat pêşwazîkirin. 

Di vê serdanê de, têkiliyên dualî û pêşhatên giring ên herêmî bi taybetî rewşa Sûriyeyê piştî têkçûna rejîma Beşar Esed a di meha borî de, dê gotûbêj bên kirin û her weha li ser şopandina seredana serokê Îranê Mesûd Pezeşkiyan ji meha îlona borî bo Bexdayê.

Têkiliyên Îran û Iraqê ji sala 2003yan û vir ve ku Sedam Huseyn hilweşiya, têkiliyên wan ên xurt hene. Tehran ji sala 2003yan ve bandora xwe li ser Bexdayê zêde kiriye. Li Iraqê bi dehan komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Şîe ya Tehranê hene.

Di serdana xwe ya îlona îsal de ji Iraqê re, Pezeşkiyan got ku planên Îranê hene ku zêdetir pêwendiyan bi Bexdayê re bipêşve bibin.

 

Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.