Ji DEM Partîyê daxuyaniya Abdullah Ocalan
PeyamaKurd – Piştî bangewaziyên Serokê MHPê Devlet Bahçelî, doh cara yekem şandeke DEM Partiyê li Girava Îmraliyê serdana Abdullah Ocalan kir û pê re hevdîtinek pêk anî.
Piştî vegera şanda ku ji Parlamenterên DEM Partiyê Sirri Süreyya Onder û Pervîn Bûldan pêk dihat, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ragihand ku dê îro 29ê Kanûnê derbarê wê hevdîtinê de daxuyaniyeke nivîskî bê belavkirin.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakırhan jî dema hevdîtina li Îmraliyê berdewam dikir got, “Hêvî dikin guftûgoyên li Îmraliyê pêk tên, bibe zemînek ji bo çareserkirina pirsa Kurd a bi rêyên domokratîk.”
Ev nivîs 54 car hatiye xwendin.