Nêçîrvan Barzanî di peyama sersalê de daxwazek ji aliyên Kurdistanê kir

Nêçîrvan Barzanî di peyama sersalê de daxwazek ji aliyên Kurdistanê kir

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo hatina sala nû ya 2025an peyameke pîrozbahiyê belav kir û got, “Ez daxwazê ji hemû aliyên siyasî û pêkhateyên Kurdistanê dikim ku bi hev re kar bikin.”

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de diyar kir, “Ji bo hatina sala nû ya 2025an, pîrozbahiyên herî germ li hemû welatiyên hêja yên Kurdistanê dikim. Bi taybetî malbatên serfiraz ên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman, hêzên navxwe û hemû pêkhateyên Kurdistanê. Her wiha pîrozbahiyê li hemû gelên Îraq û cîhanê dikim. Hêvîdar im sala nû, ji bo her kesî bibe saleke tijî aştî, aramî, bipêşketin û xêr û xweşî.”

Serokê Herêma Kurdistanê li ser rewşa dawî ya siyasî ya Herêma Kurdistanê ev bang kir: “Di vê rewş û qonaxê de, karê hevbeş tekane rê ye ji bo bihêzkirina pêgeha Herêma Kurdistanê û bi destxistina mafên me yên rewa. Ez giringiya bilezkirina avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dubare dikim.”

Nêçîrvan Barzanî li ser sala 2024an got: “Sala 2024an guherînên mezin li herêmê çêbûn ku astengiyên ewlehî û siyasî bandor li ser rewşa tevahiya herêmê kirin. Van pêşhatan pêwîstiya fikirîneke bilind û pêkanîna yekrêzî û yekdengiya navxwe ji me dixwazin ji bo rûbirûbûna wan metirsiyên ku gefan li ewlehî û aramiyê dixwin û her wiha ji bo sûdwergirtina ji derfetan jî girîng e.”

Serokê Herêma Kurdistanê daxwazek ji aliyên siyasî kir û got: “Ez daxwazê ji hemû aliyên siyasî û pêkhateyên Kurdistanê dikim ku bi hev re kar bikin da ku nakokiyan derbas bikin û bi giyanê berpirsyariya niştimanî ya hevpar ber bi paşerojê ve gavên xwe biavêjin. Di vê rewş û qonaxê de, karê hevbeş tekane rê ye ji bo bihêzkirina pêgeha Herêma Kurdistanê û bi destxistina mafên me yên rewa. Ez giringiya bilezkirina avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dubare dikim.”

Nêçîrvan Barzanî li ser pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê da zanîn: “Bi vê minasebetê pêbendiya Herêma Kurdistanê ya ji bo karkirina li gel Hikûmeta Federal a Îraqê û hevparên herêmî û navneteweyî, ji bo rûbirûbûna astengiyên hevpar û dîtina çareseriyeke daîmî ya pirsgirêkan dubare dikim. Hevkariya me dê bibe rêya aramî û aştî û bipêşketinê li Îraq û herêmê û alîkariya bihevrejiyana aştiyane ya gelan û pêkhateyên herêmê bike.”

Nêçîrvan Barzanî di dawiya peyama xwe de wiha got: “Herêma Kurdistanê bi xwestek û îradeya dilsoz a gelê xwe ji hemû pêkhateyan û hêzên niştimanî, şiyana derbasbûna ji astengiyan û berdewamiya avakirina paşerojeke çêtir ji bo nifşên paşerojê heye. Bila bi hêviyê sala nû bikin derfetek ji bo karê cidî û bidestxistina xwestekên gelê me.”

Ev nivîs 46 car hatiye xwendin.