Hevpeymaniya Navdewletî di rojekê de 120 tir çek û alavên lojîstîk gihand Rojavayê Kurdistanê
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku piştî biryara berfirehkirina qada xwe li Sûriyê, Hevpeymaniya Navdewletî nêzî 120 barhilgirên çek û cebilxaneyan şandin Rojavayê Kurdistanê û herêmên jêr kontrola HSDê.
Çavdêriya Mafê Mirovan ya Sûriyê (SOHR) eşkere kir ku Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike, ji doh 2yê Çileyê 2025an ve 117 barhilgirên çek û cebilxaneyan şand baregehên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê.
SOHRê daye zanîn, 47 ji wan piştî gihîştina baregeha Qesrikê, berê xwe dane Kobanê ku hevpeymanîya navdewletî li wir baregeheke nû ava dike.
Herwiha hatiye diyarkirin ku barhilgiran piranî blokên betonê, sotemenî û alavên leşkerî birine wan herêman.
Di çend rojên dawî de, ji bilî barhilgiran 4 balafirên barhilgir, li baregehên Şedadî û Xirab Cîrê daketine ku tê de çek û cebilxaneyên pêşketî hebûn.
Ev nivîs 56 car hatiye xwendin.