Şanda Amerîkayê: Em di Sûriyeya nû de piştgiriya Kurdan dikin!

Şanda Amerîkayê: Em di Sûriyeya nû de piştgiriya Kurdan dikin!

PeyamaKurd - Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Feysel Yûsif ragihand, di civîna ligel şanda Amerîkî de, giringiya yekrêziya Kurdan li Sûriyê û rola Kurdan di hikûmeta dahatû ya Sûriyê de hatiye gotûbêjkirin.

Şanda Amerîka û ENKSê îro Yekşemê 5ê Çileya 2025ê (îro) li bajarê Qamişlo civiyan û derbarê beşdariya Kurdan di danûstandinên Şamê de gotûbêj kirin.

Di berdewamiya civînê de, Berdevkê ENKSê Yûsif di daxuyaniya xwe de ragihand, di dema ku behsa giringiya yekrêziya Kurdan di serdema nû ya Sûriyê de hatiye kirin, tekezî li ser giringiya yekrêziya gelê Kurd di beşdarbûna proseya siyasî di Sûriya nû de hate kirin.

"Em rêzê ji têkoşîn û îdeolojiya Kurd re digirin"

Berdevk Yûsif diyar kir ku di civînê de beşdarbûna pêkhateyên cuda di hikûmeta nû ya Sûriyê de mijareke din bû.

Feysel Yûsif helwesta şanda Amerîkayê ya li hember Kurdan rave kir û got, “Em rêzê ji têkoşîn û bîrdoziya Kurdan re digirin û piştgiriya wan dikin ji ber ku bi salan e li Sûriyê ji bo mafên xwe têdikoşin. Ji ber vê yekê pêwîst e bi Ereban re di hikûmeta pêşerojê ya Sûriyê de cih bigire.”

Berdevkê ENKSê herwiha eşkere kir ku ji bo beşdarbûna hemû pêkhateyan di Sûriya nû de, Amerîka pêşniyara lidarxistina hilbijartinan li Sûriyê kiriye.

Ev nivîs 34 car hatiye xwendin.