Mesrûr Barzanî li ser civîna xwe ya li gel Recep Tayyîp Erdogan daxuyanî da
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî li ser civîna xwe ya li gel serokkomarê Tirkiyeyê, Recep Tayyîp Erdogan daxuyanî da.
Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê got:
“Ez kêfxweş im ku îro li Enqereyê bi serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinê dikim. Me rêyên pêşvebirina diyalogê û têgihiştineke hevbeş ji bo rêveçûna geşedanên li Sûriyeyê û her weha Rojhilata Navîn, gotûbêj kirin.”
Ev nivîs 40 car hatiye xwendin.