CENTCOM: Me li Yemenê, li tesîsên çekên konvansiyonel ên pêşketî yên Hûsiyan xist
PeyamaKurd – Hêzên Fermandeya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan li Yemenê, li tesîsên embarkirina çekên pêşketî yên Hûsiyan daye.
CENTCOMê li ser hesabê xwe yê Xê derbarê vê êrîşa hêzên xwe de, ev agahî da:
“Me, îro, (08.01.2025) li dijî 2 tesîsên embarkirina Çekên Pêşketî yên Pêşketî yên Bingehîn (ACW) yên Hûsiyan çend êrîş pêk anîn ku bi piştgiriya Îranê, serweriyê li Yemenê dikin. Hûsiyan ev tesîs ji bo êrîşan li dijî keştiyên şer ên deryayî û keştiyên bazirganiyê yên DYAyê bi kar dianî ku li başûrê Deryaya Sor û Kendava Adenê sefer dikirin.
Di van êrîşan de tu ziyan negihîştine personel û alavên DYAyê.
Ev êrîş hinek ji hewlên CENTCOMê ne, da ku Hûsiyan bişikînin ku bi piştgirîya Îranê ji bo tehdîdkirina hevkarên me yên herêmî û keştiyên leşkerî û bazirganiyê li herêmê ne.”
Ev nivîs 34 car hatiye xwendin.