Rûsya bi fuzeyan êrîş kir Zaporijyayê: 13 kes mirin 30 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Rûsyayê bi fuzeyan êrîş bir ser devera Zaporijyayê ya Ûkraynayê û di encamê de 13 kes mirin û 30 kes jî birîndar bûn. Serokê Ûkraynayê Zelenskiy got ku dibe jimara miriyan zêdetir bibe.
Serokê Ûkraynayê Zelenskiy di ser hesabê xwe yê medya civakî de got ku Rûsya bi fuzeyên tên îdarekirin êrîşê biriye ser devera Zaporijyayê. Zelenskiy di daxwuyaniya xwe de got:
“Niha diyare ku bi dehan kes birîndar bûne. Em alîkariya herkesî dikin. Mixabin 13 kes canê xwe dan. Ji bo malbatên wan sersaxiyê dixwazim. Dibe jimara miriyan zêdetir bibe.”
Serokê herêma Zaporijyayê yê îdariya leşkerî İvan Fedorov jî di ser hesabê xwe yê medyayê de got ku Rûsya li herêmê li avahiya bingehîn ya sanayiyê xistiye û 30 kesên birîndar bûne wan birine nexweşxanê.
Ev nivîs 38 car hatiye xwendin.