Îlham Ehmed: Amerîka û Fransa dikarin sînorê bakurê Sûriyê biparêzin
PeyamaKurd – Hevseroka Karên Derve ya Rêveberiya Kurd li Bakurê Sûriyeyê Îlham Ehmed di daxuyaniyekê de ji TV5Mondeya fransî re got: "Amerîka û Fransa bi rastî dikarin hemû sînorê bakurê Sûriyeyê biparêzin. Em amade ne ku ev koalîsyona leşkerî berpirsyariyeke bi vî rengî bi cih bîne."
Ehmedê got, "Em ji fransiyan daxwaz dikin ku ji bo ewlehiya herêma bêçek, ji bo parastina herêmê û avakirina têkiliyên baş bi Tirkiyeyê re, leşkeran bişînin vî sînorî."
Wê her weha anî zimên, "Dema ku Fransa Tirkiyeyê razî bike ku hebûna xwe ya li ser sînor qebûl bike, em dikarin pêvajoya aştiyê bidin destpêkirin. Em hêvîdar in ku di hefteyên pêş de her tişt çareser bibe."
Ev nivîs 48 car hatiye xwendin.