Ji Konsulê Filîstînê serdana xatirxwestinê bo Serok Barzanî
PeyamaKurd - Konsulê Filistînê yê Hewlêrê Nezmî Hizûrî ji ber bidawîbûna erka wî serdana Serok Mesûd Barzanî kir û jê xatir xwest.
Baregaha Serok Barzanî ragihand, îro 9ê Çileyê roja Pêncşemê Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Konsulê Giştî yê Filistînê li Hewlêrê Nezmî Hizûrî kir.
Konsulê Giştî yê Filistînê li Hewlêrê Nezmî Hizûrî, ku ji ber bidawîhatina erkê xwe li Herêma Kurdistanê serdana Serok Barzanî kir, di wê hevdîtinê de spasiya piştevaniya Serok Barzanî di dema erkê wî li Kurdistanê de kir.
Serok Barzanî jî spasiya Konsulê Giştî yê Filistînê yê Hewlêrê Nezmî Hizûrî kir û daxwaza serkeftinê di erka nû de jê re xwest.
Di hevdîtinê de geşedanên dawî û guhertinên herêmê jî hatin axaftin.
Ev nivîs 49 car hatiye xwendin.