Serokê Alimên Kurdistanê: Kurd ne serê mar in, qurbaniyên jehra mar in
PeyamaKurd - Serokê Yekîtiya Zanayên Olî yên Herêma Kurdistanê Ebdula Weysî bersiva Serokê berê yê Hizbulaha Lubnanê Subhî El Tûfeylî da ku Kurdên Sûriyeyê şibandibû ‘serê mar’.
Ebdula Weysî gotinên Tûfeylî bi şovenî bi nav kir û got, “Sedsala borî li her çar perçeyên Kurdistanê mafên Kurdan hatine binpêkirin û ew rastî karesatên mezin hatine ku ji ber çavkanî û palnerên wan malwêraniyên hizra şoven, mezhebî û dîktatorî bûye.”
‘Kurd ne serê mar in, qurbaniyên jehra mar in’
Serokê Yekîtiya Zanayên Olî yên Herêma Kurdistanê Abdula Weysî ji Rûdawê re diyar kiriye, “Li gorî hemû pîvanên asmanî û erdî, Kurd jî wekî hemû neteweyên din xwedî maf in ku doza mafên xwe bikin. Dirûşm û gotarên li dijî Kurdan û wesifkirina wan a wekî serê mar, hizreke şoven e û agirê fitne û rikê geş dike. Kurd ne serê mar in, qurbaniyên jehra mar in.”
Sekreterê berê yê Hizbulaha Lubnanê Subhî El Tûfeylî 3yê Çile di gotareke xwe de wiha gotibû: “Rê bidin min li vir ji Sûriyeyê re bibêjim, serê marê Kurd bibirin, eger serê marê Kurd hat birîn li Sûriyeyê her tişt dê bi dawî bibe. Li Siwêdayê û deverên din ew dengên nexweş namînin.”
Tûfeylî di berdewamê de li ser Kurdan gotibû: “Hewlek heye ku beşek ji Kurdan teşwîq bidin da ku li dijî avakirina dewleta Sûriyeyê bisekinin û doza parçe û federaliyê dikin wekî Îraq û Libnanê. Ev jî wêrankirina Sûriyeyê ye û ew vê yekê dixwazin. Divê Kurd li Sûriyeyê nebin darên destên Siyonîzm û Amerîkayê.”
Hêjayî gotinê ye, Subhî El Tûfeylî di navbera salên 1989 û 1991ê de Emîndarê Giştî yê Hizbulaha Lubnanê bû û niha jî wekî merciyeke bilind a Şîeyên wî welatî ye.
Ev nivîs 57 car hatiye xwendin.