Artêşa Rizgariya Belûcistanê êrîş bir ser qereqol û avahiya hukumetê ya Pakistanê
PeyamaKurd – Li gor ragihandina ajansa Associated Pressê; li Pakistanê li eyaleta Belûcistanê li herêma Xuzdarê, çekdarên “Artêşa Rizgariya Belûcistanê” êrîş kiriye ser qereqolê, avahiya hukumetê û ji bo dahata rêxistinê bankayekî şêlandiye.
Çekdarên Artêşa Rizgariya Belûcistanê (ARB)ê qereqolê şewitandin. Berya hêzên asayîşa dewletê bigihên ciyê bûyerê, çekdarên Belûcî karên xwe temam kirine û ji ciyê bûyerê dûr ketine.
Artêşa Rizgariya Belûcistanê bûyerê girtiye aliyê xwe. ARB dixwaze Belûcistan ji Pakistanê veqete û bibe dewletekî serbixwe lewra gelek caran tevgerên weha li hemberê dewleta Pakistanê dike.
Belûcistan bi hesêb erdnîgariya xwe eyaleta herî mezin ta Pakistanêye û Belûcistan, di nav Îran, Pakistan û Afganistanê de bûye sê perçe. Belûcistan ji aliyê petrol û mîneralan ve eyaleta herî dewlemende û îro ji aliyê aboriya xelkê de eyaleta herî xizane.
Ev nivîs 32 car hatiye xwendin.