HSD: Li gundewarên Tişrînê 14 çekdar hatin kuştin
PeyamaKurd – Çavkaniyên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihandin ku di pevçûnên li gundewarên Tişrînê de 14 çekdarên girêdayî Tirkiyê hatine kuştin.
Li gorî medya Rojavayê Kurdistanê, çekdaran îro înê li demjimêr 14.00 ji du aliyan ve êrîşî gundên gundên Til Ariş û El Elûş ên li ser rêya bajaroka Ebû Qel Qel a di navbera Tişrîn û Minbicê de kir.
Heman çavkaniyan ragihandiye ku şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê ya bi ser HSDê ve bersiv daye êrîşan û êrîş hatine şikandin. Hate diyarkirin ku 14 çekdar hatine kuştin, bi dehan ji wan birîndar bûne. Çavkaniyan daye xuyakirin ku şer û pevçûnên li herêmê berdewam dikin.
Ev nivîs 207 car hatiye xwendin.