Hêzên Pêşmerge li dijî DAIŞê operasyonek li dar xistin
PeyamaKurd - Hêzên Pêşmerge danê sibê li sînorê Çiyayê Karaçûk û deşta Kandena operasyoneke lêgerînê pêk anîn.
Wezareta Pêşmerge ragihand ku îro Yekşemê (Îro) li navçeyên çiyayî yên Herêma Kurdistanê li dijî DAIŞê operasyoneke leşkerî hatiye destpêkirin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezaretê ve hat dayîn de wiha hat gotin: "Ji bo îmhakirina baregeh û tevgerên terorîstan ên li herêmê, 5ê Çileya 2025an saet di 08.00an de li ser sînorê Çiyayê Karaçukê û deşta Kandînayê 18emîn firqeya piyade operasyona kontrolkirinê li dar xist."
Di daxuyaniyê de ev daxuyanî hatin dayîn:
Operasyon saet 10.00an bi dawî bû û herêm bi temamî hate paqijkirin.”
Di van demên dawî de Pêşmerge û Artêşa Iraqê gelek operasyonên hevbeş li dijî paşmahiyên DAIŞê bi taybetî li navçeyên ku berjewendiyên hevbeş pêk tînin.