ENKS û HSD li ser hevdîtinan daxwuyanî dan
PeyamaKurd – Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)ê Mazlum Abdî û lîderên ENKSê li bajarê Hasekê li devera Tel Beyderê civiyan. Fermandariya HSDê di mijara civîne de weha got:
“Îro (23.12.2024) fermandarê giştî yê HSDê Mazlum Abdî û nûnerên ENKSê bi tevlîbûna nûnerên DYA û Fransayê civînekî pêkanîn. Di civînê de behsa mijara yekîtiya Kurdan kirin.”
Li ser mijarê berdevkê ENKSê Feysel Yusuf li ser civînê ji Rûdawê re ragihandiye ku:
“Civîna di navbera Mazlum Abdî û ENKSê, bi erênî derbas bû. Li hev kirin ku diyalog dewam bikin. Biryarê dan ku di wextekî nêz de civînekî nûh pêk bînin.”
Armanca civînê ewe ku di wexta Kurd herin Şamê, bi yekdengî daxwazên xwe bixin rojeva desthilata nûh.
Ev nivîs 78 car hatiye xwendin.