Dezgeha Dadweriyê ya Iraqê doza PDKyê ya li ser nerewabûna walîtiya Kerkûkê red kir

Dezgeha Dadweriyê ya Iraqê doza PDKyê ya li ser nerewabûna walîtiya Kerkûkê red kir

PeyamaKurd – Çavkaniyeke agahdar ragihand ku dadgeha îdarî ya Iraqê doza derbarê nerewabûna avakirina walîtiya Kerkûkê de red kir.

Îro dadgeha îdarî doza Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya derbarê nerewabûna walîtiya Kerkûkê red kir. Her wiha doza Eniya Tirkmenî û Rakan Cibûrî, serokê Hevpeymaniya Erebî li Herêma Kurdistanê jî li paş xist. Çavkaniyê ji Şefeq Newsê re gotiye, Encûmena Parêzgeha Kerkûkê heta 22yê çileya 2025an dê bi encam bibe.

Di 10ê rebaxê de walî û serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê li Bexdayê hatin hilbijartin. Ji Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Rêbiwar Taha wek parêzgar hat destnîşankirin û Mihemed Îbrahîm Hafiz ku nûnerê civaka erebî ye jî wek serokê encûmena parêzgehê ya 16 kursî hat hilbijartin.

Beriya civînê PDK, 3 endamên bloka Erebî û Eniya Tirkmenî boykota xwe ragihandibûn û rûniştin weke “neqanûnî” bi nav kiribûn û diyar kiribûn ku ew nehatine vexwendin.

Roja 4ê kanûnê, Dadgeha Îdarî biryar da ku biryara avakirina walîtiya ya Kerkûkê bo 24ê kanûnê were bipaşxistin û ev cara pêncem e ku dadgehê biryara li ser nerewabûna avakirina walîtiya Kerkûkê bi paş dixe.

Ev nivîs 29 car hatiye xwendin.