Di navbera Mûsilê û Silopiya de erdhej çêbû

Di navbera Mûsilê û Silopiya de erdhej çêbû

PeyamaKurd – AFADê ragihand ku seet di 16.39an de di navbera bajarê Mûsilê û navça Silopiya (Silopi) bi ser bajarê Şirnexê erdhejekî bi pileya 3,8 çêbûye.

Erdhej, di bin erdê de di kûrahiya 7 km yan de bûye. Xelkê deverê her çendîn ket nav panîkê jî, heya niha ti agahiyekî nexweş ji aliyê malî û canî de nehatiye ragihandin.

Ev nivîs 35 car hatiye xwendin.