Li Çewlikê (Bingöl) otobus wergeriya: 2 mirî û 17 birîndar

Li Çewlikê (Bingöl) otobus wergeriya: 2 mirî û 17 birîndar

PeyamaKurd – Otobusa ku rêwiyan hildigirt, bi şev li ser rêya Erzerom-Çewlikê (Bingöl) li nêzî gundê Kumbetê ji bin desthilata ajotvan derket û wergeriya kenarê rê.

Tîmên cendirmeyan û tenduristiyê çûn ciyê bûyerê. Di qezayê de 2 kes mirin û 17 kesên birîndar birin nexweşxana dewletê ya Kanîreşê (Karlıova).

Di qezayê de kesên ku jiyana xwe ji dest dane jin û mêrê hevin. Mêr ê bi navê Dr. Osman Zeki Tuncel (24) hêj nûh tayîna wî derxistine bajêr da dest bi wezîfa xwe bike û jina bi navê Emine Tuncel (26) jî mamosteye û bi zilamê xwe re çûye ciyê wezîfa zilamê xwe.

Li ser qezayê parêzgerê bajarê Çewlikê (Bingöl) Ahmet Hamdi Usta û rêvebirê tenduristiya bajêr Dr. Samet Tatlı seredana nexweşxana dewletê kirin û parêzger Usta got:

“Berfa zêde û cemedgirtina rê bû sedema qezayê. Pratisyen doktorê hevalê me hêj nûh tayînî Çewlikê bûye û ew bi xwe ji xelkê Xarpêtê (Elazığ). Hêj ciwan bû, wê ji welatê xwe re xizmetê bikira û mixabin me 2 hevalên xwe wenda kir. Ji bo malbata wî û civaka tenduristiyê sersaxiyê dixwazim.”

Dr. Osman Zeki Tuncel li nexweşxana dewletê ya Kanîreşê jiyana xwe ji dest da û hevjîna wî mamosta Emine Tuncel jî li ciyê qezayê can da.

Birîndarên din, ti talûka jiyana wan tine û 6 ji wana ji nexweşxanê derxistine.

Ev nivîs 36 car hatiye xwendin.