HSDyê li Minbicê 5 çekdarên ANSyê kuştine
PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) îro, çarşemê (25.12.2024) ragihand ku 5 çekdarên bi ser Artêşa Niştimanî ya Sûriyê (ANS) di encama şer û pevçûnan de li gundewarên li Minbicê kuştine û yek jî birîndar kirine.
Di daxuyaniya HSDyê de hat ragihandin ku di encama şer û pevçûnên şeva din de 5 çekdarên ANSya bi ser Tirkiyê ve hatine kuştin û yek jî birîndar bûye. Her wiha HSDyê rûxandina 3 wesayîtên van ANSyê û desteserkirina çek û cebilxaneyên wan piştrast kir.
Şerê Hêzên HSDyê yê dijwar ê bi koordîneya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, li bejahiya Minbicê û nêzî bendava Tişrînê li dijî çekdarên ANSyê didome.
Li gorî HSDyê, di heman demê de, Tirkiyê deverên nêzîkî Pira Qereqozaq û baregeha Sirînê topbaran kiriye û di encamê de ziyanên madî çêbûne.
Her wiha balafirên keşfê yên Tirkiyê baregeheke Hêzên Ewlekariya Navxweyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Asayîş) li bajarokê Zirganê kiriye hedef û di encamê de endamekê HSDyê canê xwe ji dest daye û 4 endamên asayişê jî birîndar bûne.
Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.