Şaredarê Qoserê (Kızıltepe) yê DEM Partiyê ji partiya xwe îstîfa kir

Şaredarê Qoserê (Kızıltepe) yê DEM Partiyê ji partiya xwe îstîfa kir

PeyamaKurd – Şaredarê Qoserê (Kızıltepe) yê DEM Partiyê Zeyni İpek bi sedema ku ew tehdîd dikin û jê re kûmpas datînin ji partiya xwe îstîfa kir. İpek, ragihand ku wê li ser soza xwe bimîne, karê xwe serbixwe dewam bike. Zeyni İpek daxwuyaniya xwe bi nivîskî da û got:

“35 sal di DEM Partiyê de li ser qaîdeyên partiyê xebitîm û min xizmetê kir. Di encama hilbijartina pêş ya di nav partiyê de ez bûm namzedê şaredariya Qoserê. Lê hinek kesên di nav partiyê de ku em bi hevre dixebitin, min tehdîd kirin û gotin ku wê dîmenên min yê taybet di medyayê de belav bikin.

Ev kiryara wan, kemînekiye ku dixwazin şaredariyê bixin destê xwe. Ji bo karibim bi tehdîdan re serî derem û welew bê dilê min be jî, ez mecbûr mam ku ji partiya DEMê îstîfa bikim.

Ez, ew kesim ku bawerim îrada xelkê hêza herî mezine. Ez bi vê baweriyê heme û bi vê baweriyê ez ê karê xwe dewam bikim. Ez ji xelkê Qoserê re dibêjim ku ez ê serbixwe xizmeta xwe dewam bikim.

Ev nivîs 41 car hatiye xwendin.