Şamê hişyariyeke tund da Îranê

Şamê hişyariyeke tund da Îranê

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê nû yê Sûriyê Esed Hesen Şeibanî li ser gotinên Wezîrê Derve yê Îranê Iraqçî ku gotibû, “Êdî zû ye nirxandina paşeroja Sûriyê were kirin”, Wezîrê Derve yê nû yê Sûriyê Esed Hesen Şeibanî rexneyên tund li Tehranê kir. Şeybanî wiha got: “Em Îranê hişyar dikin ku aloziyê li Sûriyê belav neke.

Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Arakçî di hevpeyvîneke vîdyoyî ya kurt de ku li ser kanala Telegramê hat weşandin, got: "Hê zû ye kesên din li ser kesên li Sûriyê serkeftin bi dest xistine, bigihêjin fikrekê."

Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamineyî di axaftina xwe ya roja Duşemê de got, "Ez pêşbînî dikim ku li Sûriyeyê tevgereke xurt û bi rûmet rabe" û ciwanên wêrek ên li Sûriyeyê wê Îsraîlê derxin.

Wezîrê Karên Derve yê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê Esad Hesen Şeibanî bertekek tund nîşanî van daxuyaniyan da.

Şeybanî di posta xwe ya li ser hesabê Xê de, bang li Îranê kir ku rêzê li îrade, serwerî û yekparçebûna axa Sûriyê bigire.

Şeybanî got, "Divê Îran rêzê li îradeya gelê Sûriyeyê, serwerî û yekparçeyiya axa welêt bigire. Em hişyariyê didin Îranê ku li Sûriyeyê alozî belav nebe û ji encamên daxuyaniyên xwe yên dawîn berpirsyar bin."

 
Ev nivîs 54 car hatiye xwendin.