Berdevkê HSDê Ferhad Şamî: Bendava Tişrînê neketiye kontrola çekdaran

Berdevkê HSDê Ferhad Şamî: Bendava Tişrînê neketiye kontrola çekdaran

PeyamaKurd- Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî, li ser Bendava Tişrînê ku Wezareta Berevaniya Tirkiyeyê îdia kiribû ku ketiye kontrola çekdaran daxuyanî da û red kir ku bendav ketibe destê komên çekdarên girêdayî Tirkiyeyê.

Ferhad Şamî, di girte vîdeoyekê de li ser Bendava Tişrînê ku ev 20 roj in li gundên dorûbera wê şer û pevçûnên dijwar rû didin axivî û got, “Em niha li ser Bendava Tişrînê ne û di bin kontrola hêzên me de ye.”

Şamî diyar kir ku Bendava Tişrînê di bin kontrola hêzên HSD/YPG-YPJê de ye û şer û pevçûnên diqewimin jî li gundekî 10 kîlometran başûrê bendavê ye.

Li aliyê din çavkaniyên xwecihî ragihandine ku êrîşeke çekdaran a li demjimêr 13:00ê rojê ku ku xwestine bikevin gundên derdora Bendava Tişrînê ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê yên HSDê ve hatiye şikandin.

 Hate diyarkirin ku di bersivdana êrîşê de hejmarek çekdar hatine kuştin û birîndarkirin û wesayîteke zirxî ya BMB û wesayîteke doçka li ser hatine îmhakirin.

Li gorî çavkaniyên şer û pevçûnên li wê herêmê berdewam dikin.

Ev nivîs 60 car hatiye xwendin.