Asayîşa Rojava gelek çekên DAIŞê bi dest xistin
PeyamaKurd - Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Asayîşa Rojava) li Reqayê dest danî ser gelek çek û cebilxaneyên DAIŞê.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Asayîşê li ser malpera xwe ya fermî ragihand, li taxeke Reqayê li dijî şaneyên DAIŞê operasyona lêgerîna befireh pêk hatiye.
Hate diyarkirin, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên beşên Operasyonan û hêzên Taybet li derdora girtîgeha navendî ya taxa Rumêla ya bajarê Reqayê, operasyona lêgerîna berfireh pêk anî.
Hate gotin, ew operasyon li ser bingeha agahiyên teqez û piştrastkirî yên derbarê hebûna şaneyên girêdayî DAIŞê de pêk hat û li gorî agahiyên hatine bidestxistin, ev şane li gelek cihên li bajarê Reqa û gundewarê wê hene.
Herwiha hate destnîşankirin ku di operasiyonê de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest danîne ser gelek çek û alavên qedexekirî.
Ev nivîs 44 car hatiye xwendin.