Wê rewşa Sûriyeya piştî rûxandina rejîma Esed çawa be?
PeyamaKurd – Piştî ku 8ê Kanûna 2025an ji aliyên komên çekdarên opozisyona Sûriyê ya Heyet Tehrîr Şam (HTŞ) pêşengiya wê dike ve rejîma Esed hate rûxandin, dahatuya siyasî, aborî û rêveberiya Sûriyê tê nîqaşkirin.
HTŞ her çiqas daxuyaniyên nerm bo pêvajoya veguhêz a deshilatdariyê dide jî ji ber pirrengî, pirolî û pernetewîbûna Sûriyê, rewşeke nediyar jî derketiye holê û nîqaşên rejîma nû ya Sûriyê zêde bûne.
Plana Tirkiyê ya hilweşandina rejîma Sûriyê nehat pêşbînîkirin
Li gorî nirxandinan, tevî sîstemên herî girîng ên îstixbaratî yên li herêmê yên Îranê û Îsraîlê jî plana Tirkiyeyê ya bi derbeyekê rejîma Sûriyeyê hilweşîne baş nehatiye dîtin.
Ji bilî bendewariyên pêkhateyên Sûriyê, bandora Tirkiyê li ser opozisyona Sûriyê ya deshilata nû û helwesta Îran û Îsraîlê jî ji nêzîk ve tê şopandin ku Îsraîlê bi ketina Esed re, li cihên stratejîk ên Sûriyê hêzên xwe bicih kirin û herêma tampon ava kir.
Berî ketina Esed rejîmê û opozisyona Sûriyê li hev kir
Rojnameya El Ereb a Londonê jî li ser lihevkirina di navbera rejîma berê û hêzên opozîsyona Sûriyê de ku xuya ye li gorî hin lihevhatinên herêmî û garantiyên navneteweyî pêk hatiye.
Li gorî çavkaniyan 3 mercên vê lihevhatinê wiha ne:
Yek; derketina biewle ya Beşar Esed û malbata wî ku ew jî pêk hat, bi çûna wî ya Moskowê ku mafê penaberiyê wergirt.
Du; belavkirin û jinavbirina yekîneyên Artêşa Erebî ya Sûriyeyê û pergalên leşkerî û ewlekarî yên girêdayî wê, da ku rê bidin çekdarên opozîsyona Sûriyeyê ku rewşa leşkerî û ewlehiyê li Sûriyê kontrol bikin.
Sê; hikumeta Sûriyeyê dê berdewam be, li ser pêkanîna erkên xwe yên karîgerî valahiyeke siyasî çênebe ku dibe sedema teliheviyê ku hemû aliyên hundir û derve vê tiştê naxwazin û naxwazin Sûriye bikeve şerekî navxweyî yê nû.
Di rewşa siyasî û leşkerî de valahî heye
Herwiha xuya dibe ku dîmena Sûriyeyê ya piştî Esed aloz e û rewşa siyasî û leşkerî, gelek valahiyên wê hene.
Pêvajoya guherînê bi serkêşiya Ebû Mihemed El Colanî pêk tê ku kesekî xwedî dîrokeke grêdayî terora îslama tundrew e û cîhan temaşeyî vê rewşa şêlû dike.
Dîsa opozîsyona Sûriyeyê jî ji ber parçebûna xwe di nava nezelaliya îdeolojîk de ye. Li aliyekî jî lihevhatinên sist ên heyî û nakokiyên fikrî û siyasî di navbera aliyên cuda de hene.
Îhtimala şerê navxweyî li Sûriyê heye
Li gorî pisporên Rojhilata Navîn ên rewşa Sûriyê ji nêz ve dişopînin, nebûna biryareke lihevhatineke zelal a herêmî û navneteweyî ji bo avakirina hikumeteke yekgirtî jî metirsiya derketina şerekî navxweyî ya nav komên opozisyonê de derdixe holê.
Ji ber hebûna beşên cuda ên civakê û daxwaziyên wan ên ji pêşeroja Sûriyeya nû, di serî de Kurd pêkhateyên ji ber rewşa nediyar a Sûriyeya nû di bin metirsiyê de ne.
Ev nivîs 88 car hatiye xwendin.