Sûdanî: Tirkiye ji bo Petrola Kurdistanê rojane cezayê pere li Iraqê dibire

Sûdanî: Tirkiye ji bo Petrola Kurdistanê rojane cezayê pere li Iraqê dibire

PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, li Parlamentoya Iraqê li ser mijara Petrola Kurdistanê axivî û got, Tirkiye ji ber rawestîna hinardeya petrola Kurdistanê bi ser bendera Ceyhanê de, rojane cezayê pere li Iraqê dibire.

Serokwezîrê Iraqê eşkere kir ku Tirkiye cezayê pereyan li Iraqê dibire û wiha got: “Aliyê Tirk her roj cezayê pereyan li Iraqê dibire, ji ber rawestandina hinartina petrolê tiştekî xwezayî ye ku gilî hebin. Çimkî li ser hinartina petrolê ya bi rêya vê boriyê (Ceyhan) lihevkirinek heye û sînorê herî kêm heye.”

Sûdanî got, ji xeynî 50 hezar bermîlên ku ji bo bikaranîna herêmî tê hilberîn, hilberîna rojane ya petrolê gihiştiye 270 hezar bermîlî û diyar kir, nehinartina Petrola Kurdistanê xisarê dide Iraqê û divê dahata petrolê tevlî budçeya federal bibe.

Ev nivîs 109 car hatiye xwendin.