Serokwezîrê ku li Koreya Başûr hatibû wezîfedarkirin jî ji wezîfeyê hat bidûrxistin

Serokwezîrê ku li Koreya Başûr hatibû wezîfedarkirin jî ji wezîfeyê hat bidûrxistin

PeyamaKurd – Li gorî nûçeya Ajansa Yonhapê, li Meclisa Neteweyî ya Koreya Başûr ji bo ku Serokwezîr Han Duck-soo yê ku şûna Yoon Suk Yeolê ku ji ber demeke kurt di 3yê kanûnê de îlankirina qanûna leşkerî ji wezîfeya Serokomariyê hatibû dûrxistin, ji wezîfeyê hat hildan, dengdan hat kirin.

Di dengdayînê de 192 dengên erê hatin dayîn, ti parlamenteran dengê na neda.

Bi vî awayî di dîroka welêt de cara yekem cîgirê serokkomar ji aliyê parlementoyê ve ji kar hat bidûrxistin.

Partiya Demokrat (DP) ya serekî ya mixalefetê duh ji bo betalkirina wezîfeya Han pêşniyarek pêşkêş kir.

Ev pêngava DP piştî wê yekê hat ku Han duh ragihandibû ku ew ê tayînkirina dadweran bo Dadgeha Destûra Bingehîn, ya ku dê biryarê li ser dosya îstismarkirina serokê berê Yoon bide, heta ku aliyên siyasî negihêjin lihevkirinekê pêk nayîne.

Han ji ber ku Yoon di 14ê Kanûna Paşiyê de ji kar hat bidûrxistin jî serokatî dikir.

Ev nivîs 26 car hatiye xwendin.