Navenda Şematekê ya Çiyayê Erganê, bende ye ku 1 milyon kes seredana wê bike

Navenda Şematekê ya Çiyayê Erganê, bende ye ku 1 milyon kes seredana wê bike

PeyamaKurd –  Navenda Şematekê ya Çiyayê Erganê ku li bajarê Kurdistanê li Ezirganê (Erzincan)ye, bende ye ku 1 milyon kes seredana wê bike. Navend ji bo şemateka ser berfê û ji bo temamê werzişên berfê ciyekî bêhempa ye.

Ji niha de qaliniya berfê gihaye 1,5 metreyî ku li ti derê Kurdistanê niha ew çend berf tine. Lewra her diçe ji bo werzişa berfê û çemateka ser berfê gelek ziyaretvanan û werzişvanan dikşîne bajarê Ezirganê.

Bilindahiya çiya 3.200 metreye. Niha 1,5 metre berf heye. Niha berfa temamê pîstên şematekê tên dewisandin û amadekirin. Xebatkarên navendê di ser 100 kesan de ne. Wê îsal li dora 500-600 werzişvan tevlî werzişan bibin.

Di sala borî de jimara ziyaretvanan di ser 250 hezarî de bû û îsal bende ne ku jimara wan bigihê 1 milyon kesî.

Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.