Wezîrê Azerî: Li ser balafira ketî bermayiyên destwerdana derve hene

Wezîrê Azerî: Li ser balafira ketî bermayiyên destwerdana derve hene

PeyamaKurd – Wezîrê Gihandin û Geşepêdana Dijîtalî yê Azerbaycanê Reşad Nebîyev, derbarê balafira rêwiyan a 25ê Kanûnê dema sefera Baku-Grozniyê dikir û li Kazakistanê ketibû daxuyanî da.

Wezîrê Azerî Nebîyev got, li gorî bermayiyên balafirê û îfadeyên şahidan ji derve destwerdan li balafirê hatiye kirin.

Reşad Nebiyev, da zanîn ku mexdûrekî bûyerê yê welatiyê rûsî gotiye, dema li ser Grozniyê bûne dengê 3 teqînan hatiye wan û diyar kir, li gorî dîmenên li ser medyayê belav bûne birînên şerapnelan li ser wan hebûye û li ser balafirê jî ew şop hebûn.

 Nebîyev, diyar kir ku dê di lêpirsînê de diyar bibe bê destwerdaneke çi cûre çekê li balafirê hatiye kirin. Herwiha Nebiyev got ku dê rastiya daxuyaniyên ser teqînê tupê oksîjenê jî bên kontrolkirin. Di balafira ketî de zêdetirî 45 kesan jiyana xwe ji dest dabû.

Ev nivîs 41 car hatiye xwendin.