Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê: Kurd alîgirên rojava ne û divê em li cem wan bin.
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Îsraîl Gideon Saar got, “Rejîma Şamê ne hikûmeteke rewa ye, çete ye.” Saar her wiha diyar kir ku di hevdîtinên xwe yên bi hempîşeyên xwe re ji wan re gotiye, “Ji sedî yek bala ku hûn didin Filistînê bidin kurdan.”
Gideon Saar di civînekê de ku bi nûnerên saziyên sivîl ên Îsraîlê re civiya, der barê geşedanên li Sûriyeyê de daxuyanî da.
Wî got ku piştî rûxandina rêjîma Beşar Esed li Sûriyeyê, welat bû dewleteke perçebûyî ku bi komên hevrik û îdyolojiyên tundrew re têdikoşe.
Saar got, “Rejîma Şamê di eslê xwe de çete ye, ne hikûmeteke rewa ye. Herêmên din ên weke Idlibê ji aliyê komên îslamî yên xwedî îdeolojiyên tund ve tên kontrolkirin.”
Derbarê bombebarankirina baregehên artêşa Sûriyê di demekê de ku rejîma Esed hat rûxandin, Saar got: “Ji ber ku em nîgeran bûn ku çekên wî bikevin destên radîkalan yan jî li bazara reş bên firotin.”
Wezîrê Derve yê Îsraîlê got ku ew tedbîrên aktîf digirin ji bo parastina ewlehiya xwe di nav kaosa berdewam a li Sûriyeyê de.
Saar diyar kir ku pirsgirêka penaberên Sûriyeyê ne tenê Tirkiye û Urdunê, li Ewropayê jî bandorê dike û got, ”Ev pirsgirêk li Ewropayê encamên siyasî yên mezin bi xwe re tîne. Armanca wan diyar e: Îdîa bikin ku rewş aram e û bi vî rengî penaber karibin vegerin Sûriyeyê.”
Li gorî nûçeya Jarusselam Postê, Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Saar tekezî li ser destwerdana dîplomatîk a Îsraîlê bo piştevaniya kurdan kir û daxwaz ji civaka navdewletî kir ku erkên xwe bi cih bînin.
Wî bal kişand: “Di hevdîtinên xwe yên bi wezîrên derve yên cîhanê re ji [Wezîrê Derve yê Amerîka] Antony Blinken bigire heta yên din - min tekezî li ser berpirsiyariya civaka navdewletî ya li hember kurdan kir. Fedekariyên Kurdan ên di şerê li dijî DAIŞê de divê neyên jibîrkirin û min hişyarî da ku metirsiya ji holê rakirina xweseriya kurdan heye.”
Tevî ku Îsraîl ji bo parastina Kurdan gav neavêtiye jî, Saar tekezî li ser erka exlaqî û dîplomatîk a piştgiriya wan kir û got, “Kurd komeke alîgirên rojava ne û dost in lê re, loma divê em li cem wan bin.”
Her wiha bal kişand ser cudahiya baldariya cîhanî ya li ser pirsgirêka Kurd li gorî mijarên din. Saar di hevdîtinên xwe yên bi wezîrên derve re nirxand û wiha got: ”Ew Filistînî ne, lê ji sedî yek bala ku hûn didin pirsgirêka Filistînê bidin kurdan.”
Wî têkiliyên Îsraîlê yê bi kurdan re bi têkiliya wê ya bi civaka durzî re da ber hev û ev girêdan weke prensîbên hevpar bi nav kir.”
Wî tekez kir, ”Sekna li gel wan pirseke prensîbî ye - hem ji hêla exlaqî û hem jî ji hêla dîplomatîk ve.”
Ev nivîs 35 car hatiye xwendin.