Hêzên parastina sînoran yên Afganistan û Pakistanê li hev xistin: 19 leşker û 3 sîvîl hatin kuştin

Hêzên parastina sînoran yên Afganistan û Pakistanê li hev xistin: 19 leşker û 3 sîvîl hatin kuştin

PeyamaKurd – Di navbera hêzên parastina sînor yên Afganistan û Pakistanê de şer derket û di encamê de 19 leşkerên Pakistanê û 3 sîvîlên Afganî hatin kuştin. Şer, bi êrîşa hêzên Afganistanê ya ser qereqolên Pakistanê destpêkir.

Li gor ragihandina kanala xeberan ya Afganistanê ya bi navê TOLOnewsê ku çavkaniya xwe dibe ser bingeha wezareta berevaniyê; şer li rojhilatê Afganistanê li ser sînorê Pakistanê li bajarên Xoşt û Paktiayê dewam dike.

Di nûçê de hat gotin ku hêzên Afgan yên sînor li bajarê Xoştê li navça Ali Şir de agir bi çend qereqolên Pakistanê xistiye û li bajarê Paktiayê li navça Dand-e-Patanê dest daniye ser 2 qereqolên Pakistanê.

Tevgerên Afganistanê li ser êrîşên hewayî yên Pakistanê ku roja Sêşema çûyî, li eyaleta Paktikayê ya Afganistanê xistibûn û di encamê de 51 kes miribûn hatin kirin.

Ev nivîs 32 car hatiye xwendin.