Agirbesta Xezeyê: Netanyahû çi xwest, Hemas çi dixwaze?
PeyamaKurd – Li demeke ku hevdîtinên bi rêya navbeynkarên Qeter û Misrê ji bo agirbesta Xezeyê ber bi encamê ve diçin, gelemşeyên nû derketin holê.
Li gorî ragihandina Rojnameya El Şerq El Ewset, hewlên navbeynkaran ji bo danûstandinên agirbesta li Xezeyê berdewam in û Îsraîlî jî behsa rojên girîng ji bo gihîştina rêkeftinekê dikin.
Çavkaniyeke Filistînî gotiye, li ser maseya danûstandinan hê jî kêmasî berdewam in ji ber ku Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû astengiyên nû pêşkêş dike.
Netanyahû xwest ku 11 rehîneyên temenê ciwan bêne berdan, ku hijmara rehîneyan bi giştî 23 ye.
Lê Hemas jî dixwaze beramber her rehîneyekî Îsraîlî 200 yan jî 300 dîlgirtiyên wan bêne berdan, ango nêzî 3 hezar girtiyên Filîstîne werin berdan. Ji aliyê xwe Îsraîl jî vê yekê neperjirîne û ji ber wê hewlên agirbestê heta radeyekê xitimîne.
Ev nivîs 51 car hatiye xwendin.