Li Tehranê gaza 272 dezgeyên dewletê hatin birin
PeyamaKurd – Li Tehranê bi sedema fermanên kêmkirina mesrefan bicîh neanîn, gaza 272 dezgeyên dewletê birîn. Rayedarên Îranê ragihandin ku destekê bidin teserufa gaza dewletê da di pêş de bê gaz nemînin.
Li gor ragihandina ajansa fermî ya Îranê ya IRNAyê; rêvebirê şîrketa gazê ya Tehranê ya Ali Riza Awani ragihandiye ku 272 dezgeyên dewletê li pey fermana wan neçûne û gotiye:
“Li gor fermana şîrketa gazê ya netewî ya Îranê, divê herî zêde pileya germê li ser 18an bihêlin û yek seet berya wexta karê dezgeyên dewletê biqede, divê temamê sîstemê bigrin.”
Awanî, gotiye ku di encama kontrola dezgeyan de, dezgeyên jimara wan li jorê, li pey fermanê neçûne û gaza wan birîne. Ji bo ber li serfkirina zêde bigrin, gaza wan birîne.
Ji kiryarên dewletê tê fêmkirin ku krîza enerjiyê li Îranê heye û avahiyên enerjiyê yên bingehîn gelek kêmin.
Ev nivîs 51 car hatiye xwendin.