Îran bangî balyozê Îtalyayê yê Tehranê kir

Îran bangî balyozê Îtalyayê yê Tehranê kir

PeyamaKurd – Îtalyayê li ser êrîşa ku li Urdinê kirin ser balyozxana DYAyê, hemwelatiyê Îranê Muhammed Abedini desteser kiribû. Li ser mijarê wezareta karên derve ya Îranê bangî balzyozê Îtalyayê kir da here wezaretê. Îran dibêje girtina Abedini li dijî hûqûqê ye û dixwaze serbest bê berdan.

Îtalya, bi sedema êrîşa dironî ya ser balyozxana DYAyê ya Urdinê, kesê Îranî Muhammed Abedini (38) jê berpirs digre û Îran wekî berteka desteserkirina wî, bangî balyozê Îstalyayê yê Tehranê Paola Amadei kir da here wezaretê.

Îtalya, Muhammed Abedini li balafirgeha Îtalyayê ya bajarê Milano ya bi navê balafirgeha Malpensa xistibû binçav û Îran nerazîbûna xwe diyar kir.

Muhammed Abedini, ji êrîşa dronî ya ser balyozxana DYAyê ya Urdinê berpirs têgirtin, Abedini di 16.12.2024an de çûbû Îstenbolê û ji wê derê di 16.12.2024an de çûbû bajarê Îtalyayê Mîlanoyê.

Rojnamevana Îtalî Cecilia Sala (29) ji bo di derbarê civaka Îranê de xeberan çêbike, di 13.12.2024an de çûbû Îranê lê Îran wê di 19.12.2024an de girtibû û sedem jî, ji ber îhlala qanûn ew xistibûn binçav û niha girtiye.

Ev nivîs 48 car hatiye xwendin.