Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê Qeterê bi wezîrên rêveberiya demî ya Sûriyeyê re civiyan
PeyamaKurd - Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê Qeterê Şêx Mihemed Bin Ebdulrehman Al Sanî bi wezîrên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê yên ku serdana Dohayê kiribûn re civiya.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derve ya Qeterê, Al Sanî bi heyeta ku ji Wezîrê Karên Derve yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Esad Hesen Şeybanî, Wezîrê Parastinê Murhef Ebû Kasra û Serokê Teşkîlata Îstixbarata Giştî Enes Hattab pêk dihat re hevdîtin kir.
Di hevdîtinê de ku tê de hevkariyên dualî û awayên bihêzkirina vê hevkariyê hatin gotûbêjkirin, behsa dawî pêşhatên Sûriyê û hewlên Qeterê ji bo zêdekirina alîkariyên mirovî ji bo kêmkirina êş û azarên gelê Sûriyê hat kirin. Di hevdîtinê de herwiha li ser mijarên cuda yên hevpar hatin axaftin.
Al Sanî tekezî li ser "piştgiriya Sûriyê" dike
Serokwezîrê Qeterê û Wezîrê Karên Derve Al Sanî piştgiriya bi biryar a welatê xwe ji bo yekîtî, serwerî û serxwebûna Sûriyê piştrast kir.
Al Sanî bal kişand ser girîngiya pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê ji bo jiyaneke bi rûmet û avakirina dewleteke li ser bingeha dewleta hiqûqê.
"Qatar wê bibe şirîkê me yê girîng"
Wezîrê Karên Derve yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Şeybanî piştî hevdîtinên xwe yên li Dohayê daxuyaniyek da çapemeniyê û piştgiriya Qeterê ji gelê Sûriyeyê re nirxand.
Şeybanî bal kişand ser wê yekê ku Qeter di 14 salên dawî de roleke girîng di piştgirîkirina gelê Sûriyê de lîstiye û got, "Qeter wê bibe hevparê girîng di pêvajoya aştiyê de ku me ji bo avakirina Sûriyeya nû daye destpêkirin."
Şeybanî bal kişand ser hevdîtina xwe ya bi Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê Qeterê Al Sanî re û got, "Em bi Serokwezîr re li ser hemû mijarên bingehîn û stratejîk axivîn."
Şeybanî herwiha diyar kir ku wê têkiliyên gelekî baş ên Sûriyeya nû bi welatên herêmê re hebe.