Enqere | Mesrûr Barzanî bi Hakan Fîdan re civiya
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan re civiya.
Mesrûr Barzanî îro çû Enqerê. Barzanî beriya hevdîtina bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re, bi Wezîra Derve ya Tirkiyeyê Fîdan re hevdîtin kir.
Di daxuyaniya ku derbarê hevdîtinê de ji eniya Hewlêrê hat dayîn, geşepêdana peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê û pêşhatên dawî yên rewşa giştî ya Iraq û herêmê hatin gotûbêjkirin.
Di wê daxuyaniyê de ya li ser rûpela fermî ya Serokkomariya Tirkiyê ya derbarê serdana ku îro tê kirin hat ragihandin, Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dê saet 14.00an li Kulliyeya Serokkomariyê pêşwaziya Serokwezîr Mesrûr Barzanî bike.
Di daxuyaniya Hikûmeta Hewlêrê de hat ragihandin, ku di hevdîtinê de geşepêdana peywendiyên dualî û pêşhatên dawî yên li ser rewşa giştî ya Iraq û navçeyê û bi taybet pêşhatên Sûriyê dê bên gotûbêjkirin.
Mesrûr Barzanî herî dawî di 20ê Hezîrana 2023an de serdana Enqerê kiribû.
Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.