Wezîrê Karûbarên Derve yê Awistiryayê Schallenberg wek serokwezîrê demkî yê welêt hat ragihandin

Wezîrê Karûbarên Derve yê Awistiryayê Schallenberg wek serokwezîrê demkî yê welêt hat ragihandin

PeyamaKurd – Piştî biryara Serokwezîrê Awistiryayê Karl Nehammer ji erka xwe îstifa kir, hat ragihandin ku Wezîrê Karûbarên Derve Alexander Schallenberg dê bi awayekî demkî li posta serokwezîriyê rûnê heta hikûmeta nû li welat bê avakirin.

Di daxuyaniya Ofîsa Serokkomariyê da hat diyarkirin ku piştî ku Nehammer di 4ê çileyê de biryar da ku ji erka xwe ya serokwezîrtiyê û serokatiya partiyê îstifa bike, Wezîrê Karûbarên Derva Schallenberg dê erka xwe bi cih bîne.

Li vî welatê ku erka avakirina hikûmetê ya Partiya Azadiyê ya Rastgir e, hat destnîşankirin ku heta hikûmeta nû ava bibe dê Schallenberg bi awayekî demkî li ser kursiyê serokwezîriyê rûnê. Tê payîn ku Schallenberg roja înê sond bixwe.

Her weha di demeke nêz de dê mizakereyên di navbera Partiya Gel a Rastgirên Navendî  û Partiya Azadiyê ya Rastgir a ku biryara destpêkirina hevdîtinên koalîsyonê daye, di demeke nêz de dê dest pê bikin.

Ev nivîs 47 car hatiye xwendin.