Nûnerê NY Pedersen: "Di navbera Kurdan û rêvebiriya nû ya Şamê de hevdîtin dewam dikin"

Nûnerê NY Pedersen: "Di navbera Kurdan û rêvebiriya nû ya Şamê de hevdîtin dewam dikin"

PeyamaKurd – Nûnerê taybet yê Neteweyên Yekgirtî yê Sûriyê Geir O. Pedersen ragihand ku di navbera Kurdan û rêvebiriya nû ya Sûriyê de hevdîtin dewam dikin û bang li hukumeta Şamê kir ku destê xwe bide temamê civakên an ku pêkhateyên Sûriyê û baweriyê bide wan. Pedersen got:

“Li Sûriyê derfetên baş û tehdîdên rast hene. Lewra divê temamê pêkhateyan tevlî hukumeta Sûriyê bibin. Biryarên ku niha bên dayîn ji bo demekî dirêj wê dahatûya Sûriyê destnîşan bike. Piştî çûna Beşar Esad, Sûriye ketiye nav lêgerînekî.”

Ev nivîs 47 car hatiye xwendin.