Erdogan û Bahçelî civiyan: Mijar Ocalan, Sûriye û Kurd in!

Erdogan û Bahçelî civiyan: Mijar Ocalan, Sûriye û Kurd in!

PeyamaKurd – Piştî gera heyeta Îmralî ya DEM Partiyê bo partiyên siyasî yên Parlamentoya Tirkiyeyê, îro 9ê Çileyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî li Enqerê civiyan.

Erdogan, li demjimêr 16:30 Serokê MHPê Devlet Bahçelî li mala wî ziyaret kir û hevdîtin bi qasî 40 xulekan dom kir.

Piştî civînê her du aliyan  li ser naveroka civînê daxuyanî nedan, lê li gorî medyaya Tirk radigihîne, di civînê mijara destpêkirina proseya nû ya hevdîtina Îmraliyê, rewşa dawî ya Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê hatine gotûbêj kirin.

Herwiha tê diyarkirin ku Erdogan û Bahçelî piştî serdana DEM Partiyê yo bo Abdullah Ocalan, pêngavên ku di rojên pêş de bêne avêtin jî gotûbêj kirine.

Biryar e şanda DEM Partiyê ya ji Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder û Ahmet Turk pê tê, 11ê Çileyê li Gîrtîgeha Edîrneyê bi Selahattîn Demîrtaş re hevdîtinekê li ser proseya nû bike û piştre cardin serdana Abdullah Ocalan li Girava Îmraliyê bike.

Ev nivîs 58 car hatiye xwendin.