3 partiyên Tirkiyê, di bin sîwana yek partî de dibin yek partî

3 partiyên Tirkiyê, di bin sîwana yek partî de dibin yek partî

PeyamaKurd – Sê partiyên Tirkiyê; Gelecek, Saadet û DEVA partî ji bo partiya sîwanî ava bikin, xebatên komisyona wan qediyan û ji bo damezrandina partiya nû siba (10.01.2025) dest bi xebatên fermî dikin. Partiya nûh damezrînin navê wê Yeni Yol e.

Serokên her sê partiyan îro (09.01.2025) ber destê êvarê, serokê Partiya Saadetê Mahmut Arıkan, serokê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoğlu û serokê Partiya DEVAyê Ali Babacan hatin cem hev. Li ser avakirina grûban li hev kirin.

Her sê serokên partiyan li ser navê partiyê,  damezrêneran, rêziknama partiyê û bernama partiyê li hev kirin. Wê pêvajoya hûqûqî ya partiya nûh ya bi navê Yeni Yolê sibê bidin destpêkirin.

Di meclisa Tirkiyê de, wê bi 25 parlementeran partî ava bibe. Di meclisê de 10 parlementerên Partiya DEVAyê, 8 yên Partiya Saadetê û 7 yên Partiya Gelecekê hene.

Ev nivîs 41 car hatiye xwendin.