Hevşaredarên Akdenîzê yên DEM Partiyê hatin desteserkirin
PeyamaKurd – Hevşaredarên Şaredariya Akdenîzê ya Partiya DEMê Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Aslan hatin desteserkirin. Polîsên ku şaredarî dorpêç kirin jî gotin, "Qeyûm hat tayînkirin."
Hevşaredarên Şaredariya Akdenîzê ya Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Arslan û endamên Meclîsa Şaredariyê Ozgur Çaglar, Hîkmet Bakirhan û Neslîhan Oruç ên di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) de ne, di serdegirtina malan de hatin desteserkirin.
Sedema desteserkirina hevserok û endamên meclîsê nehat hînbûn.
Avahiya Şaredariya Akdenîzê jî ji aliyê polîsan ve bi bariyeran hat dorpêçkirin.
Parlamenterê DEMê yê Mêrsînê Alî Bozan ku ketina şaredariyê hat astengkirin, diyar kir ku polîsan gotine ku li hundir lêgerîn tê kirin.
Bozan got, "Em ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin û gotin qeyûm biryara qedexekirinê daye û gotin, ji bo Şaredariya Akdenîzê qeyûm hat tayînkirin û ev yek wê di malpera înternetê ya Parêzgariya Mêrsînê de bê weşandin. Qeyûm desteserkirin e, qeyûm diziya îradeyê ye, em biryara tayînkirina qeyûman ji bo Şaredariya Akdenîzê qebûl nakin.”
Têkildarî bûyerê hê daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn, derbarê sedema desteserkirinê de agahî nehat dayîn.
Ev nivîs 38 car hatiye xwendin.