Saadet, DEVA û Gelecek di bin banê 'Rêya Nû' de li hev dicivin
PeyamaKurd – Partiyên Saadet, DEVA û Gelecek di bin banê 'Rêya Nû' de li hev dicivin. Li gorî lihevkirina her sê partiyan, biryar hat dayîn ku navê saziya yasayî ya partiyê ku ji bo armanca koma hevbeş were avakirin, “Riya Nû” be, proseya yasayî wê roja Înê 10ê Çile destpê bike.
Serokê Giştî yê DEVAyê Alî Babacan, Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu û Serokê Partiya Saadetê Mahmut Arıkan danê êvarê li hev civiyan û xebatên avakirina koma hevpar bi lihevkirinê bi dawî kirin.
Li ser pêşniyara komîsyona hevpar a ku di navbera rêveberên partiyan de hat avakirin, biryar hat dayîn ku navê saziya hiqûqî ya partiyê ku ji bo armanca koma hevpar were avakirin, "Rêya Nû" be. Herwiha navên ku wê di lijneya damezrîner a partiya sîwan de cih bigirin jî pêşnûmeya bername û qanûnê pesend kirin.
Pêvajoya qanûnî ya derbarê avakirina "Rêya Nû" 10ê Çile roja Înê destpê dike.