Diyar bû bê Şanda Îmraliyê ya DEMê dê kengî biçe serdana Demîrtaş û Yuksekdagê

Diyar bû bê Şanda Îmraliyê ya DEMê dê kengî biçe serdana Demîrtaş û Yuksekdagê

PeyamaKurd – Dema hevdîtina Şanda Îmraliyê ya Partiya DEMê ya bi Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag re hat eşkerekirin.

Dema civîna Şanda Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) ya li gel Hevserokên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag di dawiya hefteyê de hat eşkerekirin.

Heyeta Îmraliyê ya DEMê dê di 11ê Çile de Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye û Fîgen Yuksekdag a li Girtîgeha Kandirayê ya Kocaeliyê girtî ye jî di 12ê Çile de ziyaret bike.

Di daxuyaniya Partiya DEMê de weha hat gotin: “Li gor plana şanda Îmraliyê ya DEMê roja Şemiyê 11ê çile serdana Demîrtaş li Edîrneyê û roja yekşemê 12ê çile jî saet serdana Fîgen Yuksekdag a li Kandirayê bike."

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin ku heyet piştî hevdîtinê dê tu daxuyanî nedaye û hat gotin, "Plana wê ew e ku piştre û bi awayekî berfireh daxuyaniyê bidin."

Ev nivîs 40 car hatiye xwendin.