Kaja Kallas: Heke pêşketin çêbibe em ê cezayên ser Sûriyê rakin
PeyamaKurd - Berpirsa Siyaseta Derve û Ewlekariyê ya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallas, li ser nîqaşên derbarê rakirina cezayên ser Sûriyê daxuyanî da.
Kallas bal kişand ser ku heke rayedarên Sûriyeyê yên rêveberiya veguhêz ji bo avakirina hikûmeteke giştgir bixebitin û kêmîneyan biparêzin, wê beşek ji cezayên li ser Sûriyeyê werin rakirin.
Kallas li ser hesabê xwe yê Xê got: “Heger pêşketineke zelal hebe, dibe ku Yekîtiya Ewropa dest bi rakirina cezayên li ser Sûriyeyê bike.”
Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê rojekê piştî civîna wê ya bi wezîrên derve yên Brîtanya, Amerîka, Îtalya û Fransayê ya li ser rewşa Sûriyeyê ev daxuyanî da.
Kaja Kallas got: “Me bi Fransa, Amerîka, Îtalya û Brîtanyayê re piştgiriya xwe ji bo avakirina hikûmeteke giştgir û parastina kêmîneyan li Sûriyeyê dubare kir.”
Hêjayî gotinê ye, biryar e roja 27ê Çileyê wezîrên derve yên welatên Yekîtiya Ewropayê li Brukselê bicivin û çend pêşniyarên derbarê rakirina beşek ji cezayên li ser Sûriyeyê gotûbêj bikin.
Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.