Li Los Angelesê kesên li pey ‘qedexeya derketina kuçeyan’ neçin, dê wan bixin binçav
PeyamaKurd – Li Los Angeles a DYAyê, ji ber gelek mal hatin tehliyekirin û niha valane, ji bo malan talan nekin, rêvebirya Los Angelesê qedexeya derketina kuçe û kolanan hat ragihandin. Şefê (şerîf) herêma Los Angelesê got:
“Li van deveran nesekinin. Eger hun bisekinin em ê we bixin binçav. Wê li deverên Palisades û Eatonê qedexeya derketina dervê bê ragihandin.”
Kesên bi şaşî tevbigerin an xaniyan talan bikin wê bên darizandin û ger sûcdar bin, wê 1000 dolar ceza bidin wan an bikevin zîndanê.
Şerîf ragihand ku fermana tehliya 153 hezar kesan dane û 58 hezar avahî di talûkê de ne.
Seroka şaredariya Los Angelesê Karen Bass jî ragihand ku li herêmê yekîneyên parastina netewî hatine wezîfedarkirin û polîsên herêmê ji bo ewlehiyê temîn bikin, li ciyên tehliyekirî hatine erkdarkirin. Bass got:
“Em ê îznê nedin ku kesekî ji vê bobelatê fêde bibîne û ji bo avakirina ji nûh de, plan destpêkirine. Ji bo avakirinê wê astengiyên burokratîk ji ortê rakin.”
Cîgirê rêvebiriya asayîşa beşa polîsan yê Los Angelesê Dominic Choi jî got ku li deverên bandorê ji şewatê girtine, ji bo parastina qanûn û nîzamê 210 polîs hatine erkdarkirin, polîs li deveran dewriye digerin û weha dewam kir:
“Ji bo yaxma nên kirin em bê tawîz tevdigerin. Ciyên bandorê girtine, kesên yaxma bikin û sûc bikin wê bikevin binçav û li gor qanûnan bên darizandin.”
Firandina dronan jî li deveran hat qedexekirin ji ber yek ji wan dronan li dûvê balafira vemirandina agir ket, di dûvê balafirê de qulekî (kunekî) vekir û ji bo bixebite, heya roja Duşemê bi wan wext daye wendakirin. Ji wan balafiran li deverê 2 heb hene û hem firandina dronan li deverê qedexeye.
Ev nivîs 28 car hatiye xwendin.